| Li gundekî Kurdistanê kesekî bi
navê Kerem hebû. Ev camêr bi
hazirbêjiya xwe navdar bû.
Rojekê kurê Kerem diçe ji gundekî
biyanî ji xwe re keçekê bi next û
qelenekî pir buha tîne. Li tesadûfê
binêrin, bûka kerem ne keç bûye,
hetta berevajiyê ducanî bûye û wan
rojan li ser welidandinê bûye.
Kerem jî, ji þerma gundiyan tifî rûyê
kurê xwe dike û dibêje:
Xwedêyo, ev çi ye te anî serê
Keremê jar
Kurek lê peyda bû gelekî bêar
Çû li nava gund û þarûþkeyên
xwar
Þûna bûkê jê re anî jineke binbar
Li þûna jinê ji min re anî bûkeke
ducanî
Ez kirim pêkenok, keyfa neyaran
li min anî
Vêca ezê çi bikim li vê bûka
ducanî
Xwedêyo her tu bi halê Keremê
belengaz dizanî
(Herêm: Culemêrg)
|