| Li gundekî axayek Nexweþ dikeve rojek, Ban xulamê xwe dike Dibê baþ guhdar bike. Ez gelekî nexweþ îm Ji her alî de dêþim Here ba hekimekî Ji bo min dermanekî Peyde bike û bîne Lew re halê min nîne. Xulam dibê: Axê min De ka tu bêje bo min Heke hekîm bipirse Nexweþîya wî çi ye, Çi bêjim ez wê gavê? Bo vê bersivek divê. Axa jê re dibêje Ji hekîm re bibêje Axê min pir nexweþ e Her der laþê wî d´êþe, Serî lê werimîye Her wekî kundur bûye, Poz jî daketîye jêr Zer bûye wekî gizêr Dest ji german bûne ar Werimîne wek xiyar Laþê wî tev bûye reþ Zik jî bûye wek zebeþ Çîp û ling jî ji werman Bûne mîna petêxan. Xulam lê vedigere Weha dibê j´ axê re Axayê min î delal Hewqas þor û galegal Kî kane bi bîr bîne Ma di hiþ de dimîne? Hewqas galegal û þor Bibîranîn gelek zor Hema ezê bibêjim Gotina kurt bo hekîm, Hekîm zû hinek derman Axê min bûye bostan!
M. Lewendî
|