Salvegera Rojnamegeriya Kurdî tê pîroz kirin
Li Bajarê Soranê bi minasebeta 114 saliya derketina yekemîn rojnameya Kurdî ( Kurdistan) û herwiha roja Rojnamegeriya Kurdî bi beşdariya hijmareke zêde Rojnamewan û Rayedarên Kurdistanê festîvalek hate organîzekirin.
Ji pênûsa biyaniyekî sînorên Botanê
Zekî Ozmen
Ji roja Komara Tirkiyeyê hatiye hatiye damezirandin heta niha di nav demên cûda de bi giştî li seranserî Tirkiyeyê navên zêdeyî 28 hezar cih û deveran hatine guhertin. Ji vê hejmarê zêdeyî 12 hezar gundan para xwe girtî ye. Navguhertinên cih û devaran ne tenê li ser erdnîgariya kurdan pêk hatine.
'Hawara BOTAN' meşa xwe didomîne
Kovara Hawara Botan ku ji destpêkê ve rastî gelek zehmetiyan hat bi hejmara xwe ya nû derket pêşberî xwendevanên xwe. Hawara Botan bi hejmara xwe ya 3'yan meşa xwe dom kir.
Lêkolînek li ser Bedirxaniyan (Dosya)
Amadekirin: Abuzer Balî Han
Ev lêkolîna berfireh a di derbarê Bedirxaniyan de ku ji hêla birêz Abuzer Balî Han ve hatiye amadekirin, dikare wekî PDF were daxistin û xwendin.
Hawarên Kurdan
Zekî Ozmen
Dema Celadet Alî Bedirxan di sala 1932´an de yekemîn hejmara kovara Hawarê weşand, rêjeya xwendin û nivîsandinê ya kurdan zêde kêm bû. Ji hêla din ve kurdên Bakur jî wekî seranseriya Tirkiyeyê êdî alfabeya latînî bi kar tanîn. Lê belê li Binxetê û li seranserî Sûriyeyê beramberî vê yekê alfabe bi erebî bû.
"Zilamek û Zimanek"
Zinarê Xamo
Mîr Celadet Alî Bedirxan, 60 sal berî nuha di 15-ê temûza 1951-ê da li Sûriyê di qezayeke trajîk da çû ser dilovaniya xwe. Îsal 60 saliya wefata wî tê bibîranîn.Celadet Bedirxan, ji edebiyat, dîrok û bi taybetî jî ji zimanê kurdî ra xizmetên bêhempa kiriye.
Ataturk kovara Hawarê jî qedexe kiribû
Rohat Alakom
Îsal wek tê zanîn piştî koçkirina Celadet Bedirxan 60 sal
derbas dibin, Celadet Bedirxan di sala 1951an de çûye dilovaniya Xwedê. Em bi weşandina vê dokumenta jêrîn vî zimanzan, nivîskar û ronakbîrê kurd bi rêzdarîke mezin careke din li vir bi bîr tînin.
Mîrê zimanê Kurdî Celadet Alî Bedirxan
Mîrhac Mistefa
Celadet Alî Bedirxan (26.04.1893 Stenbol-15.07.1951 Hêcanê/Şam) siyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê kurd bû. Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan malbata Bedirxanyan bû. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasandin.
|